Heyeta ku here Îmraliyê: Sirri Süreyya Önder û Pervin Buldan
PeyamaKurd – Di çapemeniya Tirkiyê de tê gotin ku heyeta ji DEM Partiyê ya here Girava Îmraliyê ya ku serokê PKKê Abdullah Öcalan tê de girtiye û pêre hevdîtin bikin, di heyetê de parlementerê DEM Partiyê Sırrı Süreyya Önder û parlementera Wanê ya DEM Partiyê Pervin Buldan hene.
Tê gotin ku di hefta pêşiya me de wê heyet seredana Îmraliyê bike. Eger pêvajo dewam bike navên di nav heyetê de dikarin biguherînin.
Banga hevdîtina Öcalan û DEM Partiyê ji aliyê serokê MHPê Devlet Bahçeli de hatibû kirin. Paşî DEM Partî seredana wezareta dadê ya Tirkiyê kiribû û ji wezaretê daxwaza xwe ya hevdîtina bi Öcalan re kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin