Sirri Süreyya Onder: Bahçelî ji min re got, "Em ê hê govenda astiyê bigrin"

04 March 2025 10:07 0 dîtin
Sirri Süreyya Onder: Bahçelî ji min re got, "Em ê hê govenda astiyê bigrin"

PeyamaKurd - Sirri Sureyya Onder ku endamê Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) ye diyar kir, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî piştî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan yekser telefonî wî kir û got, "Em ê hê govenda aştiyê bigrin."

Alîkarê Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder di weşana zindî ya ku beşdar bû de têkildarî rojevê daxuyanî da.

Onder, axaftina telefonê ya 1ê Cotmehê ya Devlet Bahçelî ya bi Abdullah Ocalan re vegot û got, "Wî li tenduristiya min pirsî, min jî li tenduristiya wî pirsî, min got, "Em aştiyê bibînin, paşê bila Xwedê emanetê xwe bistîne.” Wî û Ahmet Abî (Türk) sohbet kirin. Me bi hev re sohbet kir. Piştî wê me serdana wî kir.

Onder li ser pirsa gelo daxwaza azadiya Abdullah Ocalan heye yan na, wiha got: "Ti şert û mercên Ocalan nînin. Ez li ser rûmeta xwe dibêjim ku şert û mercên vê pêvajoyê nîne. Tenê tiştên ku divê bên kirin hene, lê ne şert in."

Onder, diyar kir ku îdiaya ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan xwe ji vê bangê dûr girtiye ne rast e, got ku dibe ku Erdogan di demeke nêz de bi heyeta Îmraliyê re bicive û wiha got: "Bi qasî ku em dizanin mesafe tune. Dîsa ne fermî ye, lê ez wisa difikirim ku di heyama pêş me de nirxandineke rû bi rû, guhdarîkirina nêrînên wan, gihandina pêşniyarên me, belkî jî di warê parvekirina pêvajoya ku tê jiyîn de wê civînek bê kirin."

Onder, da zanîn ku PKK wê guh bide banga dev ji çekan berde û destnîşan kir ku rêxistinên wekî YPG û YPJê "bi îlhama Ocalan" hatine avakirin û her çendî ev bang li ser PKKê be jî, rêxistinên din jî dikarin guh bidin vê bangê.

Di nûçeyên roja duşemiyê 03.03.2025ê de hat ragihandin ku Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ji bo dîtina hevjîna xwe Başak Demirtaş ku çaverê bû emeliyat bibe, destûr xwestiye û hat ragihandin ku daxwaza wî hatiye qebûlkirin û di dema neştergeriyê de ligel hevjîna xwe bûye.

Di vê navberê de hate diyarkirin ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî telefonî Demîrtaş kiriye û şîfa xêrê jê re xwestiye û di hevdîtinê de bi gotinên di gotara ku piştî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de nivîsîbû “Xwedê temen dirêj bide wî” spasiya Demîrtaş a ji bo piştgiriya pêvajoyê kir.