Sirri Sureyya Onder bersiva îdiaya wê ji Îzmîrê bibe namzet da

03 February 2024 12:10 0 dîtin
Sirri Sureyya Onder bersiva îdiaya wê ji Îzmîrê bibe namzet da

PeyamaKurd – Partiya DEMê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê û ragihand ku wê li Enqereyê namzet nîşan bidin.

Lê heta niha DEM partiyê di derbarê hilbijartina namzedên Stenbol û Îzmîrê de daxuyaniyeke zelal nedaye û nezelalî berdewam dike.

Parlamenterê DEMê Sirri Sureyya Onder derbarê îdiayên ku ew ê li Îzmîrê bibe namzet daxuyanî da û got, "Partiya me biryara vê yekê dide. Ji bo niha tiştekî din ê ez bêjim tune."

Li gorî îdiayên rojên dawî, namzetên DEM Partiyê yên Îzmîrê diyar dibin.

Tê gotin ku namzetên partiyê yên Îzmîrê wê Bêrîtan Guneş Altin û Sirri Sureyya Onder bin.

Onder di daxuyaniya xwe de got, "Partiya me biryara vê yekê dide. Ji bo niha tiştekî din ê ku ez bêjim tune."