Serokwezîrê Qatarê Al-Sanî: “Eger êrîsê Îranê bikin, wê bibe sedema xelaya avê”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Qatarê Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al-Sanî ragihand ku eger êrîşê ser tesîsên nuklerî yên Îranê bikin, wê bandora neyînî li çavkaniyên avê bibe, wê deryayan gemarî bike û di nav 3 rojan de ava Qatarê biqede. El Sanî got:
“Di êrîşekî ser tesîsên nuklerî yên li peravên Kendava Îranê de, wê derya bi temamî gemarî bibe û ava Qatarê di nav 3 rojan de biqede. Av tinebe, masî tine be, tiştek tinebe, Jiyan tine be.”
Daxwuyaniya el-Sanî li ser gotina Trump ku gotibû di nêz de wê li Îranê tişt biqewimin, hat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin