Hakan Fidan bi serokwezîrê Qatarê re axifî

28 August 2024 22:09 0 dîtin
Hakan Fidan bi serokwezîrê Qatarê re axifî

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan bi serokwezîrê Qatarê ku hem wezîrê karên derve yê Qatarê ye, bi Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sani re di rêya telefonê de axifî.

Di axaftinê de li ser muzakereyên navbera Hamas û Îsraîlê û rewşa dawiyê ya Xezzayê axifîn. Lezandina muzakereyan û çareserkirina rewşa mirovî ya li Xezzayê mijarên wan bûn.

Her dû wezîr ragihandin ku wê ji bo aştî û îstîqrara li herêmê hevkariya xwe dewam bikin.