Hakan Fidan seredana Qatarê dike
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan ji bo têkiliyên bi Qatarê xwe xwurtir bike û li ser mijarên herêmê biaxife seredana welatê Qatarê dike.
Rayedarekî wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihandiye ku têkiliyên bi Qatarê di asta herî baş de ye, peymana stratejik ya ku di sala 2014an de her dû dewlet îmza kirine, bi seredanan û bi îmzakirina peymanan kûrtir bûye. Rayedar ragihandiye ku her dewlet hema weka hev li mijaran dinêrin û di her mijara herêmê de bi hevre dişêwirin.
Her dû dewleta heya niha di 10 civînan de 107 peymanên hevkariyê îmza kirine û bi beyanan ew jimar gihaye 117an.
Di mesela Sûriyê de jî Tirkiye û Qatar weka hev difikirin û di seredana Hakan fidan de, wê li ser mesela Sûriyê biaxifin. Emîrê Qatarê jî çend roj berê seredana Şamê kiribû û bi Ahmed Şara re civiyabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin