Hakan Fidan bi seredana fermî çû Qatarê

16 April 2024 21:05 0 dîtin
Hakan Fidan bi seredana fermî çû Qatarê

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan ji bo seredanekî fermî çû papîtexta Qatarê Dohayê. Hat ragihandin ku çûna Hakan Fidan ketiye pey civîna kabîneya Tirkiyê ya li Beştepe. Hat gotin ku Fidan seet di 19.40an de hereket kiriye û çûye Dohayê.

Fidan, wê li Qatarê bi serokwezîr û wezîrê karên derve yê Qatarê bi Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sani re bicive.

Ji bilî têkiliyên Tirkiye-Qatarê wê li ser mijara Xezzayê jî biaxifin.