Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û emire Qatarê Al Sanî li Kulliya serokkomariyê li hev civiyan
PeyamaKurd – Emirê dewleta Qatarê Şêx Temim bin Hamed Al Sani bi seredanekî fermî giha Ankara payîtexta Tirkiyê. Al Sani û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Eerdoğan li Kulliya serokkomariyê civiyan.
Hevdîtina navbera wan 2 seet û 30 deqe dewam kir. Erdoğan got ku Îsraîl bi kuştina Îsmail Haniyye niyeta xwe nîşan daye ku naxwaze agibesê bike lê wê Tirkiyê ji bo aştî û hûzûra mayînde ya li herêmê bixebite da çareserî bibe.
Piştî hevdîtina her dû lîderan serokatiya danûsitendinê ya serokkomraiya Tirkiyê daxwuyanî da. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku her dû teref li ser têkiliyên duqolî, li ser êrîşên Îsraîlê yên ser Xezzayê, pirsgirêkên herêmî û kureyî axifîne. Her weha Erdoğan gotiye ku niyeta wan ewe ku bi Qatarê re xebatên ku encam bidin dê bikin.
Erdoğan ragihandiye ku Tirkiye dê bi Qatarê re pêwendiyên xwe yên aborî, siyasî, leşkerî, bazirganî û çandî pêşdetir bibe û bi pêngavên ku bavêjin, wê têkiliyên her dû dewletan xwurttir bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin