Serokkomarê Tirkiyê Erdogan seredana xwe ya Kazakistanê qedand û dageriya Îstenbolê
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan ji bo seredana fermî çûbû Astanayê payîtexta Kazakistanê û seredanên xwe yên fermî li wir qedand û dageriya Îstenbolê.
Li Îstenbolê Tayip Erdoğan ji aliyê parêzgerê Îstenbolê Davut Gül, serokê AKPê yê şaxa Îstenbolê Osman Nuri Kabaktepe û kesên din ve hat pêşwazîkirin. Erdoğan li Astanayê bi serokê Rûsyayê Putin û serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev re hevdîtin kiribû.
Bi Erdoğan re, hevjîna wî Emine Erdoğan, wezîr Hakan Fidan, wezîr Alparslan Bayraktar, wezîr Mehmet Şimşek, wezîr Ömer Bolat, şêwrimendê serokkomariyê balyoz Akif Çağatay Kılıç û Çağatay Özdemir hebûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin