Cîgirê serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz seredana Diyarbekirê kir
PeyamaKurd – Cîgirê serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yılmaz li Diyarbekirê, seredana parêzgerê Diyarbekirê Murat Zorluoğlu kir û di derbarê xebatên li bajêr de agahiyan sitend. Paşî seredana rektore Zankoya Dicle kir û bi rayedarê zankoyê bi Prof. Dr. Kamuran Eronat re hevdîtin kir.
Bi Cevdet Yılmaz re parlementerê Diyarbekirê yê AKP Galip Ensarioğlu, Suna Kepolu Ataman, Mehmet Sait Yaz, endamê rêvebiriya AKP yê navendê Ali Karakaş, serokê rêvebiriya navenda stratejiya çandiniyê û pêşdebirina siyasetê (TARPOL) Mehmet Mehdi Eker û serokê şaxa Diyarbekirê yê AKPê Raşit Ocak hebûn.
Lê sedema çûna cîgirê serokkomar Cevdet Yılmaz ya bo Diyarbekirê nehat aşkerakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin