Pentagon: Me biryarê daye em ê hêzekî Pêsmerge ya apolîtîk û yekgirtî ava bikin

11 August 2023 22:54 0 dîtin
Pentagon: Me biryarê daye em ê hêzekî Pêsmerge ya apolîtîk û yekgirtî ava bikin

PeyamaKurd – Rêvebirekî di asta bilind ya Pentagonê de ji bo Rûdawê ragihandiye ku wê Amerîka di bin sîwana wezareta Pêşmerge de ji siyasetê dûr hêzên Pêşmerge ya Yekgirtî ava bikin. Rêvebir gotiye ku hêzên Pêşmerge yek ji pêkhateyê Amerîka û Iraqê ya hevdîtina ewlehiyê ye ku wê hefteyê li Washingtonê di navbera Amerîka û Pentagonê de hevdîtinên ewlehiyê çêbibe. Rêvebir weha gotiye:

“Hêzên Pêşmerge di destûra Iraqê de bi taybetî pêkhateyê yekîneyên ewlehiya sînore. Em dixwazin hêzên Pêşmerge bi asayîşa Iraqê re koordinasyona xwe zêde bike, ji bo wezîfa xwe bikin hêzên Iraqê destekê bidin wan.”

Li ser mijara pêvajoya yekbûna hêzên Pêşmerge rêvebirê Pentagonê behsa endîşa xwe kiriye û weha gotiye:

“Di kontrola wezareta Pêşmerge de em dixwazin bibin xwediyê hêzeka Pêşmerge ya ne polîtîk. Em dixwazin desteka maddî bidin temamê tumenên bi ser wezareta Pêşmerge û ji bo wezîfa xwe bikin, bên xwurtkirin. Me vê daxwaza xwe bi zelalî ragihandiye rêvebirên Herêma Kurdistanê.

Hêzên Pêşmerge di têkoşîna bi IŞİDê re û ji bo IŞİD bi temamî ji ortê rabe hevkarekî me yê girîng bû ye. Ji ber wê em dixwazin perwerda Pêşmerge dewam bikin û profesyoneliya wan bi pêş bixin. Ji ber wê Amerîka biryarê daye ku bi hêzên Pêşmerge yên tumenên organize û apolitik re bixebite. Ev daxwaza me bi zelalî ji bo rêvebirên siyasî hat gotin.

Di biryara lezandina yekkirina hêzên Pêşmerge de em gelek zalalin. Ji bo desteka maddî ya Pêşmerge, me heya niha roja dawiyê destnîşan nekiriye. Lê em gelek zelalin.”