Pentagonê pesnê Pêsmergeyan da!

21 August 2024 10:38 0 dîtin
Pentagonê pesnê Pêsmergeyan da!

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) rola hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û got, Pêşmerge di kêmkirina metirsiya DAIŞê de roleke girîng dilîze.

Di civîna çapemeniyê ya doh (20.08.2024) de, Berdevkê Pentagonê General Patrick Ryder ragihand ku DAIŞ bi taybetî li hin navçeyên Sûriyê metirsîdar e û tekez kir ku ew ê li gel hevkarên Iraqî û hêzên Pêşmerge li dijî metirsiya DAIŞê berdewam bin.

Berdevk Ryder rola hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û got ku Pêşmerge roleke girîng di kêmkirina metirsiya DAIŞê de lîstiye.

Rapora ku ji aliyê Mifetîşê Giştî yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ve hatiye amadekirin, diyar kir ku hejmara çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê kêm bûye.

Li gorî wê raporê, hejmara endamên DAIŞê di çaryeka yekem a îsal de kêm bûye, lê DAIŞê hewl daye êrişên xwe yên îsal duqat bike.