Pentagonê pesnê Pêsmerge da

19 June 2024 11:00 0 dîtin
Pentagonê pesnê Pêsmerge da

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Pêşmerge alîkariya wan kir ku pêşî li êrişên terorîstên DAIŞê yên berî 10 salan girtin.

Di civîna çapemeniyê ya doh (18.06.2024) de, Berdevkê Pentagonê General Patrick Ryder dupat kir ku Amerîka wê berdewam be li ser karê xwe ligel hevkarên din ên li herêmê, di nav wan de Hikûmeta Iraqê û Pêşmerge, ji bo naskirina metirsiya DAIŞê û nehiştina vejîna wê.

Berdevk Ryder pesnê Pêşmerge da û got: “Hebûna Pêşmerge di nav hêzên ewlehiyê yên Iraqê de, ji bo nehiştina hêza DAIŞê ji bo pêkanîna wan êrişên terorîstî yên ku beriya 10 salan dîtibûn, bi bandor bû. Ev jî şiyan û karîgeriya hêzan a di xebata bi hev re îsbat dike. Em ê pêdiviyên hevkarên xwe dabîn bikin da ku DAIŞ venegere û careke din were têkbirin."