Li Wezareta Pêsmerge hevtêgihîstina Pêsmerge û Pentagonê hate gotûbêj kirin

05 July 2023 20:31 0 dîtin
Li Wezareta Pêsmerge hevtêgihîstina Pêsmerge û Pentagonê hate gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge, îro 5ê Tîrmehê pêşwazî li tîma şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan ên li Herêma Kurdistanê kir û amadekariyên bicihanîna xalên hevtêgihiştina navbera Wezareta Pêşmerge û Pentagonê hate gotûbêj kirin.

Wezareta Pêşmerge ragihand ku di civînê de, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Îsa Uzêr, şêwirmendên wezaret û Cîgirê Serokerkan bo Îdare û Mîre û Berpirsê Tîma Şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan a li Herêma Kurdistanê amadehî kirin.

Di civînê de behsa proseya çaksaziya Wezareta Pêşmerge kirin li jêr ronahiya xalên hevtêgihiştina navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê yê Amerîkayê, bi mebesta rêkxistin û yekxistina hemû hêzên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de.

Di hevdîtinê de, li ser amadekariyên ku ji bo bicihkirina xalên hevtêgihiştina navbera Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) û Wezareta Pêşmerge gotûbêj hate kirin û li ser vê mijarê danûstandina fikr û ramanan hat kirin, bi armanca ku bilez werin cîbicîkirin û ev prose bigihe encamê.