Berpirsên Pentagonê bi sandeke Wezareta Pêsmerge re civiyan

02 August 2022 12:00 0 dîtin
Berpirsên Pentagonê bi sandeke Wezareta Pêsmerge re civiyan

PeyamaKurd – Berpirsên Pentagonê bi şandeke Wezareta Pêşmerge re civiyan û di civînê de li ser pirsa siyaseta niha ya têkoşîna li dijî DAIŞê û têkşikandina temamî ya wê gotûbêj kirin.

Li gor zanyariyan, şanda Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Pêşmerge Şoriş Ismaîl bi serdanekê li Amerîkayê ye û di çarçoveya serdana xwe de bi rayedarên Pentagonê re civiyane.

Heta niha jî naveroka civîna her du aliyan bi fermî nehatiye eşkerekirin.

Hat ragihandin, biryar e di çend rojên bê de jî ew şanda Wezareta Pêşmerge li Wahsingtonê hejmareke civînên din li gel berpirsên Amerîkayê pêk bînin.