Wê sandeke Wezareta Pêsmerge biçe Amerîkayê û bi berpirsên pilebilind re bicive

03 February 2022 19:01 0 dîtin
Wê sandeke Wezareta Pêsmerge biçe Amerîkayê û bi berpirsên pilebilind re bicive

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Wezareta Pêşmerge di çarçoveya piştgirî û alîkariyên hevpeymanan de, serdana Amerîkayê dike.

Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hişyariya Netewî li Wezareta Pêşmerge Emîd Osman Mihemed ji medya Kurdistanê re ragihand: “Îsal şandeke wezaretê dê serdana Amerîkayê bike û ligel berpirsên payebilind ên leşkerî yên Amerîkayê gotûbêja pirsên girîng û mijarên leşkerî bike.”

Emîd Osman Mihemed got, “Heta niha pêwîstiiya hêzên Pêşmerge pêwîstiya bi şiyanên hêzên hevpeyman ên perwerde, rahênan, şêwirmend û dabînkirina pêdiviyên lojîstîkî hebû.”

Fermandarê Pêşmerge diyar kiriye ku biryara mayîna hêzên welatên hevpeyman li Iraq û Herêma Kurdistanê biryareke raste û ew pêşwaziyê lê dikin û got, “Hêvîdarim hemû welatên endamê hevpeymaniya navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê mayîna erkê xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê wekî biryara Almanyayê dirêj bikin.”