Wezareta Pêsmerge bi sandeke serbazî ya Amerîkayê re civiya
PeyamaKurd – Derbarê mûçeyên Pêşmergeyan û metirsiya terorîstên DAIŞê, Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şandeke serbazî ya Amerîkayê re civiya.
Wezareta Peşmerge do daxuyaniyek belav kir û diyar kir, şandeke serbazî ya Amerîkayê bi şandeke Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê re civiya ye. Herwiha di civînê de guftûgo di derbarê mafên darayî yên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê de hatine kirin û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, daxwaza berdewambûn û berfirehtirkirina alîkariyên darayî ji bo hemû hêzên Pêşmerge bike û berpirsê nivîsîngeha hemahengiya emnî ya Amerîkayê li Iraqê soz daye ku ew ê hewl bidin derfetên Pêşmerge werin baştirkirin û ew ji rewşa Pêşmergeyan fam dikin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, şanda Amerîkayê tekezî li wê yeke kiriye ku ew ê berdewam bin li ser hemahengi û alîkariya Pêşmerge û ji bo derfetên Pêşmergeyan were baştirkirin jî ew ê hewl bidin.
Di beşeke din a gotûbêjê jî de, metirsiya DAIŞê, reformên Wezareta Pêşmege jî hatine gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin