Sûdanî pesnê Pêsmerge û hêzên Iraqê da
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di merasîma salvegera serfiraziya dijî rêxistina DAIŞê de, pesnê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Iraqê da.
Mihemed Şîya Sûdanî di merasîma ku doh Şemiyê li Bexdayê hat lidarxistin de, gotarek pêşkeş kir.
Di merasîma ku malbatên qurbanên DAIŞê jî beşdarî kirin de, Sûdanî pesnê Pêşmerge û hêzên Iraqê yên dijî DAIŞê serkeftin bi dest xistine da û diyar kir, wan ew serkeftin bi cesaret, şehîdbûn û xwîna xwe bi dest aniye.
Herwiha Sûdanî soz da malbatên qurbaniyên DAIŞê ku daxwaziyên wan wekî hikûmeta Iraqê bicih werînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin