‘Sûdanî soza çareserkirina pirsgirêka mûçeyên Pêsmerge û hêzên ewlehiyê daye’

10 July 2024 18:11 0 dîtin
‘Sûdanî soza çareserkirina pirsgirêka mûçeyên Pêsmerge û hêzên ewlehiyê daye’

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdula danûstandin li ser pirsgirêka mûçeyên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê kirine û Sûdanî soz daye ku kêşeya mûçeyên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê çare bike.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdula got: “Em îro (Çarşem, 10.07.2024) ji bo danûstandinan li ser hejmareke pirsan bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiyan, yek ji wan jî arêşeya jî neşandina mûçeyên hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê bû.”

Ebdula da zanîn: “Me daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kir ku ew navên ji lîsta hêzên ewlehiyê arêşe li ser hene ji bo Dîwana Çavdêriya Darayî bihêlin heta hûrbînî li ser wan tê kirin, ew navên hûrbînî jî li ser bidawî hatiye mûçeyên wan bên xerckirin.”

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdula diyar kir, “Serokwezîrê Iraqê soz da ku di çend rojên bê de arêşeya mûçeyên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê bê çarekirin û mûçeyên wan bên şandin.”