Nêçîrvan Barzanî: Hevtêgihistin û çareserkirina pirsgirêkan wê pêwendiyan xurttir bike

13 January 2025 19:06 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Hevtêgihistin û çareserkirina pirsgirêkan wê pêwendiyan xurttir bike

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa siyasî, ewlehî û aborî ya welêt, têkiliyên di navbera desthilatên federal û Herêma Kurdistanê de û geşedanên dawî yên herêmê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat got, her du aliyan girîngiya berdewamiya diyaloga Herêma Kurdistanê û desthilatdarên federal, çareserkirina xalên nakok li gorî yasa û destûrê û dabînkirina mûçeyan û mafên karmend û Herêma Kurdistanê tekez kirine.

Serok Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê, li ser girîngiya serdana berpirsên hikûmeta federal û hikûmeta herêmê ya ji bo hevtêgihiştineke hevpar û xurtkirina bingehên diyaloga avaker û karîger a ji bo çareserkirina pirsgirêkan û derbasbûna ji astengiyên hevnêrîn bûn.

Nêçîrvan Barzanî, pêwîstiya dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal ve anî ziman û dubare kir ku hevtêgihiştin û çareserkirina pirsgirêkan dê alîkariya xurtkirina pêwendiyên her du aliyan bike.

Barzanî, herwiha ji bo lêpirsîn û çareserkirina mijarên Hewlêr-Bexdayê spasiya hewlên Serokomarê Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûrî Malikî re jî civiya

Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî re jî civiya û herdu alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya pabendbûna bi destûrê ji bo dabînkirina mafên hemû pêkhateyên Iraqê.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de behsa bihêzkirina hevkariyên niştimanî û çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, li gor destûra Iraqê hate kirin. Di vê derbarê de, her du alî hevnêrîn bûn li ser giringiya pabendbûna bi destûrê ji bo dabînkirina mafên hemû pêkhateyên Iraqê.

Di civînê de, behsa pêşhatên navçeyê, bi taybetî rewşa Sûriyeyê jî hate kirin û ronahî hate xistin ser eger û encamên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraq û navçeyê. Her di vê derbarê de tekezî li ser girîngiya karê hevbeş ji bo parastina aramî û ewlehiya welat kirin.