Nêçîrvan Barzanî û Plasschaert çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin

15 September 2020 14:12 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Plasschaert çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 15ê Îlonê li Hewlêrê pêşwazî li Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê xanima Jeanine Plasschaert kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di civînê de proseya siyasî û rewşa Iraqê bi giştî û pêşhatên dawî yên guftûgoya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya ji bo çareserkirina kêşeyan hatine guftûgo kirin.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser rola erênî ya NY li Iraqê û dûpat kir ku Neteweyên Yekbûyî dikarê li çareserkirina kêşeyan, derbaskirina rewşê û gefên li pêş wê de hevkariya Iraqê bike.

Herwiha di civînê de mijarên sîstema Federaliyê li Iraqê, pirsa hilbijartinên bê, rûbirûbûna terorê, tevgerên DAIŞê û çend pirsên din ên girîng û hevbeş jî hatin axaftin.