Nêçîrvan Barzanî û Plasschaert hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 3yê Nîsanê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir û di hevdîtinê de, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hate gotûbêj kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê de ragihand, “Di civînê de rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, pirsgirêka hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.”
Hate diyarkirin, “Her du alî li ser pêwîstî û girîngiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hevdeng bûn û tekezî li ser têbîniyên aliyên siyasî û hewlên berfireh ên ji bo rakirina astengiyên li pêşiya pêvajoyê kirin.”
Herwiha di hevdîtinê de li ser pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî jî herdu aliyan nêrînên xwe pevguhertin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin