Nêçîrvan Barzanî: Peyama Serok Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan...

11 May 2023 17:50 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Peyama Serok Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan...

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li bangewaziya Serok Mesûd Barzanî ya îro 11ê Gulanê di merasîma vekirina "Yadgeha Niştimanî ya Barzanî" kir.

Nêçîrvan Barzanî, li ser destpêşxeriya Serok Barzanî ya civandina aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî di merasîma vekirina "Yadgeha Niştimanî ya Barzanî" de got: “Peyama Serok Barzanî peyameke girîng e û ji bo çareserkirina pirsgirêkan destpêkek baş e. Em bang li aliyan dikin ku bi hev re pirsgirêkan çareser bikin.”

Nêçîrvan Barzanî li ser mijara lidarxistina hilbijartinan diyar kir, “Min desthilata xwe ya yasayî bikar aniye û roja hilbijartinan diyar kiriye, divê komîsyon û Parlamentoya Kurdistanê amadekariyên hilbijartinê temam bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Em wek hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê çiqasî bi hev re kar bikin, em dikarin ewqas zêdetir mafên gelê Kurd dabîn bikin.”