Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyama sersalê belav kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema hatina sala nû ya 2023 yan peyamekî pîrozbahiya sersalê belav kir û got ku divê berya her tiştî berjewendiyên xelkê li pêş bin. Barzanî di malpera fermî ya serokatiya herêmê de ragihand ku sersala nû bila bibe sedema aştiyê û dawiya şer. Peyama Nêçîrvan Barzanî weha dewam dike:
“Ez sersala Pêşmergeyên qehreman, ya hêzên asayîşê, ya xelkê Kurdistanê, Iraqê û dinyayê pîroz dikim. Ez bang li Bexdayê dikim da werin û em pirsgirêkên xwe yên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser bingeha destûrê çareser bikin. Divê berjewendiyên xelkê Kurdistanê li pêşiya her tiştî be.
Kurdistan wê weka her gavê faktora hûzûr û îstîqrarê be. Em ê têkiliyên xwe di çarçoveya berjewendiyên hevpar de bi dewletên cîran, yên herêmê, bi dost û hevkaran re bipêş bixin.
Em ê ji bo azadiyê, wekheviyê, mafên mirovan, demokrasiyê, xweşbînî, pêkvejiyanê û pirdengiyê bixebitin û şertên jiyana hemwelatiyên xwe baştir bikin.
Di sala nûh de ji bo herkesî tenduristiyê, serkeftinê û dilxweşiyê dixwazim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin