El-Sebah: Serdana Mesrûr Barzanî wê ji bo çareserkirina pirsgirêkan roleke mezin bilîze

17 September 2023 13:05 0 dîtin
El-Sebah: Serdana Mesrûr Barzanî wê ji bo çareserkirina pirsgirêkan roleke mezin bilîze

PeyamaKurd - Rojnameya fermî ya Iraqê E-Sebah di hejmara xwe ya îro Yekşemê 17ê Îlonê de cih da serdana du roj berê ya şanda bilind a Kurdistanê û Serokwezîr Mesûr Barzanî ya Iraqê.

Rojnameyê diyar kir, serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya bo Bexdayê dê roleke mezin di çareserkirina pirsgirêkên navbera her du hikûmetan de bilîze û ew serdan ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê wekî gaveke girîng nirxand.

Şîrovekarê siyasî Elî Fezlah ji El Sebahê re gotiye, nêzîkatiyên vê dawiyê, bi taybetî piştî serdana Mesrûr Barzanî û şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û hevdîtina ligel Mihemed Şîe Sûdanî û berpirsên din ên hikûmet û siyasî yên Iraqê, “guhertineke di karkirina li ser çareseriyeke temam. Di nav wan de krîzên aborî jî qeyranan çêdike.”

Elî Fezlah gotiye: “Ev nêzîkatî dê bandorê li aramiya rewşa siyasî bike û dê bandorek erênî li ser karê hikûmeta federal bike, ji ber ku sîstema Iraqê parlemanî ye û hikûmet pêwîstî bi piştevaniya çîna siyasî heye.”

El Sebah li ser zarê nivîskarê bi navê Zîrek Ehmed daye xuyakirin, her çiqas Iraq di warê bûdçe û dahatê de fişarê li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike jî di şer de ziyanên sereke dê welatiyên Herêma Kurdistanê û mûçeyên wan bin.

Hate bibîrxistin, ti çareseriyeke din nîne ji bilî lihevkirina li gorî destûr û yasaya bûdçeyê û derxistina xelkê ji aloziyê û ne hêrskirina kolanên kurdan li Herêma Kurdistanê, bi taybetî di dema hilbijartinan de.