Mesrûr Barzanî: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan em ê serdana Bexdayê bikin
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, ji bo çareserkirina pirsgirêkan wê biçin Bexdayê û bi aliyên siyasî re hevdîtinan pêk bînin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasima vekirina sala nû ya xwendinê de got, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan em plan dikin ku serdana Bexdayê bikin. Sebirkirin nayê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê lawaz e. Berevajî vê yekê, ji ber ku em hewl didin ku pirsgirêk ber bi rêyek din ve neçin. Her wiha got: “Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi awayekî aştiyane çareser bikin û mafên darayî û destûrî yên gelê Kurdistanê bi dest bixin.
Serokwezîr diyar kir, di serdana xwe ya bo Bexdayê de wan xwestiye bi aliyên siyasî re bicivin û bizanin çima bi vî rengî bersiva gelê Kurdistanê hatiye dayîn û got, "Di dema ku gelê Kurdistanê hemû gelên Iraqê hembêz kiriye, lê me. çaverêyî hemû gelên Iraqê ye ku mafên darayî yên gelê Kurdistanê bidin û biparêzin. Em dixwazin bizanin çima siyaseta birçîkirina gelê Kurdistanê dimeşînin. Herwaha got: Em serkeftina Herêma Kurdistanê wek serkeftina hemû Iraqê dibînin û geşepêdana aboriya wê jî pêşketina aboriya hemû Iraqê dibînin.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
“Di serdanên xwe yên berê yên li Bexdayê de me bi Serokwezîr re peymanên gelek serkeftî îmze kirin. Me wisa hizir dikir ku ew rêkeftin wê aramiya Iraqê û pêşketina welatê me zêdetir bike. Lê mixabin astengî derketin û rê nehat dayîn ku peymanên me bi Serokwezîr re çêkiribûn pêk bên. Lê dîsa jî em di dîtina çareseriyekê de israr dikin. Ji ber wê jî di serdana xwe ya bo Bexdayê de em ê hewl bidin ku hemû pirsgirêkan bi rêya aştî û diyalogê çareser bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin