Sandeya Pêsmerge li Washingtonê bi rayedarên PENTAGONê re dicive
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku şandeeke Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wê beşdarî çend civînên gring ên rayedarên leşkerî yên DYAyê bibe.
Şandeya Wezareta Pêşmerge ya bi serokatiya Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr çend roj berê, ji bo hin hevdîtinên gring ên bi rayedarên leşkerî yên DYAyê re çend roj berê çûbû DYAyê.
Jêderek ji Wezareta Pêşmerge ji K24ê re ragihand ku armanca vê serdana şandeya Wezareta Pêşmerge ew e ku pêwendiyên serbazî yên navbera DYA û Herêma Kurdistanê xurttir bike.
Jêder got: "Her du alî jî dixwazin ku pêwendiyên xwe ji hemî aliyan ve bi pêş bixin. Şanda Wezareta Pêşmerge li Washingtonê tevlî çend civînên gring ên hevpar yên navbera DYA û Iraq û Herêma Kurdistanê bibin.”
Wezareta Parastinê (PENTAGON) ya DYAyê di 6ê Îlonê de gellek topên Hawîtzer û çekên giran pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kiribû û paşê di merasîmekê de ew çek radestî her du fermandeyên hêzên piştgiriya 1 û 2 û Wezareta Pêşmerge.
Jêder herwiha ragihand ku PENTAGONê di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriya xwe ya ji bo hêzên Pêşmerge tekez kiriye û got:"Dana çekên giran û topên Hawîtzer jî delîlên vê rastiyê ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin