Ji rayedarên Amerîkî peyama çaksaziyên hêzên Pêsmerge: Destxwesî li Hikûmeta Kurdistanê hat kirin
PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Fermandarê nû yê Hêzên Serbazî yên Hevpar di Operasyonên Çareseriya Bingehîn de, li ser çaksaziyên Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek belav kirin.
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê îro 26ê Tebaxê peyamek belav kir û tê de hate gotin: “Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Stephe Bitner û Fermandarê nû yê Hêzên Serbazî yên Hevpar di Operasyonên Çareseriya Bingehîn de Lîwa Lîhî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Serkirdetiya Pêşmerge re civiya.”
Konsulxaneya Giştî yê Amerîkayê diyar kir, “Di wan civînan de her du aliyan behsa rûdanên deverê kir û pabendbûna xwe ya hevpar ji bo parastina ewlehî û îstiqrara Iraqê bi rêya alîkariya hevpar a ewlehiyê û bizavên çaksaziyê yên hêzên Pêşmergeyan tekez kir.”
Herwiha Konsulê Giştî yê Amerîkayê û Fermandarê Hêzên Serbazî yên Hevpar destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji ber pêşketinên ku heta niha di proseya çaksaziyê ya Hêzên Pêşmergeyan de pêk anîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin