Sûriye | Baregeha Konîko ya hêzên Amerîkî rastî êrîsê hat
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şevê din li parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyeyê baregeheke leşkerî ya Amerîkayê hate armanckirin.
Li gorî ragihandina medya Sûriyê, baregeha Amerîkî ya li kargeha Konîko ya gazê li Dêrazorê, ji aliyê dronekê ve hat armanckirin ku derbarê ziyanan de ti agahî nehatine bidestxistin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrîyê (SOHR) ragihandiye, piştî êrîşê balafirên şer ên nenas çeperên milîsên Îranê li bajarê Dêrezorê û gundewarê wê yê rojhilat 5 caran kirine armanc.
Hêjayî gotinê ye, ev êrîş piştî 28ê Îlonê kuştina serokê Hizbullaha Lubnanê li Beyrûdê hatin kirin.
SOHRê diyar kiriye ku ji destpêka şerê Xezeyê yê 7ê Cotmeha 2023an ve, ji aliyê milîsên Îranî ve 141 êrîş li Sûriye û Iraqê bi ser binkeyên hêzên Amerîkî de hatine encamdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin