Sûriye | Hêzên Hevpeymaniyê 3 dronên ku êrîsî baregeha Tenfê kirin xistin xwar
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 23yê Cotmehê komên milîsê Îranê li Sûriyê, bi dronan hewl dane êrîşî baregeha hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike bikin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, hêzên hevpeymaniyê hewla êrîşê ya ser baregeha Tenf a li Sûriyê têk birine û 3 dronên bombekirî hatine xistin.
Derbarê êrîşê de û ziyanên wê de ti daxuyaniyeke fermî hîn nehatiye dayîn.
Hêjayî gotinê ye, piştî şerê Îsraîl-Hamasê êrîşên li ser baregehên amerîkî yên li Sûriye û Iraqê zêde bûne ku ew êrîş ji aliyê komên milîsên Îranê ve têne kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin