Car din êrîsî hêzên hevpeymaniyê yên li Bexdayê kirin

17 March 2020 16:18 0 dîtin
Car din êrîsî hêzên hevpeymaniyê yên li Bexdayê kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî êrîşên hefteyên borî îro car din bi moşekan êrîş li baregeha Besma ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li başûrê Bexdayê hatiye kirin.

Li gorî zanyariyan du moşek li baregehê ketine. Derbarê ziyanên êrîşê de hîn ti agahiyên zelal nehatine belavkirin.

Hefteya borî jî êrîşî bingehên serbazî yên Hevpeymanîyê û hêzên Amerîkî hatibû kirin ku di encama wan êrîşan de, 3 leşkerên Amerîkî û Brîtanî hatibûn kuştin û hejmarek jî birîndar bûbûn.

Baregeha Besma ya Hevpeymaniya Navdewletî 45 km dikeve başûrê Bexdayê û nêzî 500 leşkerên Îspanî lê dimînin.