Serokê Herêmê Fermandarê Hevpeymaniyê qebûl kir: Em ji bo yekkirina Hêzên Pêsmerge bi biryar in

22 August 2024 13:53 0 dîtin
Serokê Herêmê Fermandarê Hevpeymaniyê qebûl kir: Em ji bo yekkirina Hêzên Pêsmerge bi biryar in

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina li gel Fermandarê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê yê Iraq û Sûriyeyê Kevin Leahy de got: “Herêma Kurdistanê, ji bo yekkirina hêzên Pêşmergen û biserxistina reforman bi biryar e.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Fermandarê Koalîsyonê yê Îraq û Sûriyeyê Kevin Leahy qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, di derbarê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê ne hate gotin ku Nêçîrvan Barzanî û Kevin Leahy hevraman bûne ku DAIŞ hîna jî li Iraq û Sûriyeyê metirsiyeke rasteqîn e û li ser aramî û ewlehiya herêmê gef e.

Hat ragihandin ku her du aliyan balê kêşane ser gringî û pêwîstiya erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê.

Nêçîrvan Barzanî û Kevin Leahy bi hevramanî dane zanîn ku ji bo tekçûn û ji holê rakirina DAIŞê hevkariya Hevpeymaniyê ya li gel Îraq û Herêma Kurdistanê pir gring e.

Di civîna ku pêvajoya yekkirina hêzên Pêşmerge û reformên Wezareta Pêşmerge jî mijareke din a gotûbêjê bûye de hatiye gotin ku divê ev pêvajo û reform bigihin armanca xwe.

“Herême Kurdistanê bi biryar e”

Li gorî daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di civîna ku Wezîrê Pêşmerge û Konsulê Giştî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yê Hewlêrê jî beşdarî bûye de pesnê piştgiriya Hevpeymaniyê daye û gotiye:

“Herêma Kurdistanê ji bo yekkirina hêzên Pêşmergeyan û biserxistina reforman bi biryar e.”

Hate ragihandin ku di civînê de her wiha rûdanên dawî yên li herêmê û eger û encamên rewşa li Rojhilata Navîn jî hatine gotûbêjkirin.