Xelkê Siwêda: Em Colanî wek serokê Sûriyê qebûl nakin

31 January 2025 20:01 0 dîtin
Xelkê Siwêda: Em Colanî wek serokê Sûriyê qebûl nakin

PeyamaKurd – Xelkê Siwêda ya Sûriyê ragihand ku ew seroktiya Ebû Mihemed El-Colanî ango Ehmed Şera qebûl nakin û hemû biryarên dawiyê red dikin.

Komîteya siyasî ya Desteya Giştî ya Tevgera Siwêdayê da xuyakirin, ew biryara seroktiya El-Colanî û hemû biryarên ku ji hikûmeta wî derketine qebûl nakin, ji ber ku biryarên hatine wergirtin nerewa ne.

Hêjayî gotinê ye, xelk Siwêdayê jî xwepêşandan kir û ragihand ku ew seroktiya Colanî qebûl nakin. Xwepêşanderan bi pankartan bang kir ku divê diyaloga niştîmanî çêbibe û hêzên sivîl beşdar bibin.

Herwiha sepandina dewletê û hikmên olî û radîkal jî hatin redkirin.