Serokê HTSê Colanî: Em ê temamê grûbên çekdar yên li Sûriyê belave bikin

14 December 2024 23:45 0 dîtin
Serokê HTSê Colanî: Em ê temamê grûbên çekdar yên li Sûriyê belave bikin

PeyamaKurd – Serokê HTŞê Colani di hevpeyvîna xwe ya bi televîzyonê re got ku wê wezareta bergiriyê ya Sûriyê, dê temamê grûbên çekdar ji hev belav bike û sîlihan bixe bin erka dewleta Sûriyê.

Serokê Heyet Tahrir Şam (HTŞ)ê Ahmed eş-Şera (Ebu Muhammed el-Colani), di TV ya ku ji Tirkiyê weşanê dike ya bi navê Suriye TV de, peyamên balkêş da.

Şera got ku wê temamê çekan bixin bin destê wezareta bergiriya Sûriyê û divê ji zêhna şoreşgeriyê here zêhna dewletê bikeve şûnê. Şera got:

“Ji bo em dawiyê li trajediya Sûriyê bînin, pêwistî bi planên baş hatibin amadekirin heye, berya bi pirsgirêkên lezgîn re serî derên û gav bavêjin, divê done bên bidest xistin û analiz bên kirin. Ji bo îstîqrara berdewamî divê dewletekî li ser hûqûq û dezgeyan bê avakirin.

Dahatûya Sûriyê li ser danûsitendinan û edaletêye û divê xetayên di dewra Esad de nên kirin. Rêvbiriya nû wê dawiyê li hilberîna captagonê bîne. Me di wextekî dirêj de plan û amadekariyan kir da rejima Esad biroxînin. Di dewra nû de, ji bo mafên hemwelatiyan û edaletê garantî bikin, divê em girîngiyê bidin avakirina Sûriyê.”

Colanî, di bernamê de got ku bang dike civaka navdewletî ku li ser rewşa Sûriyê berpirsiyariya xwe bînin cîh, li desthilata Sûriyê rêz bigrin û aramî û îstîqrara Sûriyê di rêya dîplomasiyê de çareser dibe.

Li ser mijara Îranê Colanî got ku Îran li herêmê xwefirehkirinê dajo, ji bo welatên Kendavê talûkeye, desthilata li ser Sûriyê bi dawî anîne lê bi xelkê Îranê re ti pirsgirêka wan tine. Di pêvajoya nûh de jî dixwaze têkiliyên xwe bi Rûsya re, di rêya dîplomasiyê de dewam bike.

Colanî, di mijara Rojava û PKKê de got ku di navbera civaka PKKê û Kurdan de ferq heye. Colanî vê ragihandina xwe jî di televîzyonên Al Arabiya û Al Hadathê de ragihand. Colanî ji bo her du TV yan weha got:

“Em ê vê pêvajoya demkî ji bo ji Sûriyeyiyan re xizmetê bikin û ava bikin derbas bikin. Bûyerên li Sûriyê tesadufî nînin û pêvajoya amadekariya wê heye. Li pişt perda şer de gelek hûrayî hene. Em ê paşî behsa wan bikin. Me bi salan xwe amade kir. Ji bo çareseriya her krîza li Sûriyê planên me hene û em niha agahiyan didin hev. Me temamê bajarên mezin, bê ku kesî ji ser warên rakin, me xist bin kontrola xwe.

Bûyerên li Sûriyê qewimîn li hemberê Îranê serkeftin bûn û planên Îranê yên ji bo herêmê bi zerar bûn.

Colanî got ku wê temamên çekdaran di bin sîwana wezareta bergiriyê de bicivin û ev pêvajo divê zerarê nede dewletê. Li ser amadekirina destûra Sûriyê Colanî weha got:

“Wê komîsyonekî taybet ji bo amadekirina destûra Sûriyê bê avakirin. Wê endam karên ehlî bin, hûqûqnas bin, wê di bin çavdêriya xelkê de bin û bi vî awayî em ê dewletê ava bikin.”

Di mijara YPGê de Colanî axaftina xwe weha dewam kir:

“Civaka Kurd û PKK ji hev cudane. Rêvbiriya nû wê pêwendiyên xwe bi Xîrîstiyan û Durziyan re jî deyne.”

Di mijara têkiliyên bi Îsraîlê re de Colanî got ku ti pirsgirêka rêvebiriya nû bi Îsraîlê re tine û hukmên  peymana sala 1974an hê jî dewam dike.