Serokê HTSê: "Me azadiya xwe bêyî alîkariya hêzên derve bi dest xist"

18 December 2024 12:04 0 dîtin
Serokê HTSê: "Me azadiya xwe bêyî alîkariya hêzên derve bi dest xist"

PeyamaKurd – Serokê HTŞê Ehmed Şer'a diyar kir ku gelê Sûriyeyê bêyî piştgiriya hêzên derve û milîsên biyanî azadiya xwe bi dest xist.

Serokê Heyet Tehrîr El Şam Ehmed Şer'a di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X de wiha got: "Bi kerema Xwedê, îradeya gel û hêza mirovên leheng, me azadiya xwe ji lepên Esed (şêr) girt. Me daxwaza alîkariyê ji hêzeke derve û milîsên biyanî nekir."

"Ew ê serweriya tam ava bike"

Şer'a tekez kir ku îradeya gelê Sûriyê bi hêz e û wiha got:

"Îradeya gelê ku ti carî ji azadî û axê tawîzê nade, nayê şikandin. Ez careke din tekez dikim ku dewlet wê li ser hemû xaka xwe serweriya tevahî pêk bîne."

Serokê HTŞê diyar kir ku di daxuyaniyên xwe yên berê de wan girîngî daye daxwazên gelê Sûriyeyê.

Wî got, "Eger gelê Sûriyê daxwazan ji me neke, ez ê weke îro di nava aramiyê de bijîm û ji bo posta serokomariyê namzed nabim."

Ehmed Şer'a amaje bi wê yekê kir ku wê di paşerojê de li Sûriyê hilbijartin bên kirin û diyar kir ku Wezareta Parastinê wê komên çekdar hilweşîne û çek tenê di bin kontrola dewletê de bin.