Serokê HTSê: Meas wê ji sedî 400 zêde bibe û leskeriya neçarî bê rakirin

16 December 2024 09:28 0 dîtin
Serokê HTSê: Meas wê ji sedî 400 zêde bibe û leskeriya neçarî bê rakirin

PeyamaKurd – Rêveberê HTŞê Ehmed Şerî (Mihemed El-Colanî) ragihand ku hewl tê dayîn mûçeyên karmendan ji sedî 400 bên zêdekirin û leşkeriya neçarî li Sûriyeyê bê rakirin.

Serokê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) Ehmed Şerî diyar kir ku xizmeta leşkerî ya mecbûrî di artêşa Sûriyê de wê bê rakirin û xizmeta mecbûrî ya demkurt wê tenê di rewşên ku pêwîstî bi hin warên pisporiyê heye, were sepandin.

Ehmed Şerî herwiha ragihand ku ji bo jinûve avakirina xaniyên wêranbûyî û vegerandina penaberan bo ser warên xwe xebat hatine destpêkirin û got, "Hemû çek wê tenê di bin kontrola dewletê de bin, divê hemû komên çekdar bên bêçekkirin."

Peyamên li ser Rojava

Rojnamevanekî pêr pirsa “Peyama we ji bo Kurdan û gelên din ên Sûriyê çi ye?” kir û Ehmed Şer'î di bersiva pirsê de diyar kir ku Kurd parçeyek ji Sûriyeyê ne û got, “Kurd jî weke me hatin bindestkirin. Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Kurd wê bibin yek ji hevparên sereke yên Sûriyeya paşerojê û ji îro û pê de tu neheqî li wan nayê kirin.”

“Kurd wê bibin hevkarên me yên sereke li Sûriyê”

Şerî bal kişand ser rûxandina rejîma Beşar Esed û wiha got: “Şikir ji Xwedê re, zilma li ser me bi dawî bû. Kurd wê bibin hevkarên me yên sereke di Sûriyeya pêşerojê de. Ji îro pê ve serdemek nû û dîrokek nû ji bo Sûriyê dest pê dike.”

Vegera penaberên Efrînê

Şerî di bersiva pirseke rojnamevanekî de derbarê penaberên ji Efrînê koçber bûne got, "Em ê hewl bidin ku penaberên Efrînê vegerin warên xwe."