Tirkiye wê bi serokwezîr û serokê HTSê yên Sûriyê re hevdîtin bike
PeyamaKurd – Maslahatguzarê Tirkiyê yê balyozxana Şamê Burhan Köroğlu wê di roja 17.12.2024an de li Şamê bi serokwezîrê demkî Muhammed El Beşir û bi serokê HTŞê Ebu Muhammed Colani re hevdîtin bike.
Hem heyeta Tirkiyê ji AFADê, ya ji 43 alav û 120 xebatkaran pêk tê, dest bi xebata rizgarkirina girtiyên zîndana Sednaya kirin. Dibe di zîndanê de hêj kesên girtî mabin ji ber ku zîndan gelek qewiye û kes temamê deriyên zîndanê nizane û wezîfedarên zîndanê li ortê nînin. Maslahatguzar Köroğlu, ji bo seredana dê bike, weha got:
“Seredanekî vatedare. Rabirdûya zîndanê tê zanîn. Kuştinên zêde di zîndanê de hebûn. Hinek beşên wê hatin tesbîtkirin û hinek mane. Wê bi cîhazan tê de lêgerîn bikin. Ji bo sûcdar bên tesbîtkirin divê sûc bên tesbîtkirin. Çi pêdivî hebin, dê Tirkiye bike. Em wekî balyozxane ji bo pêşdeçûna Sûriyê ji destê me çi were em ê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin