HTSê serokê hikûmeta nû ya Sûriyê eskere kir
PeyamaKurd - Piştî rûxandina rejîma Beasê û bidawîanîna deshilata Beşar Esed, hêzên opozîsyona Sûriyê ku Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) pêşengiya wê dike, Mihemed El-Beşîr ji bo avakirina hikûmeta veguhêz erkdar kir.
Medyaya Sûriyeyê ragihandiye ku Ehmed El-Şeraa (Rêberê Heyet Tehrîr El-Şam) bi Mihemed El-Beşîr re civiya û ew ji bo avakirina hikûmeta veguhêz li Sûriyeyê erkdar kiriye.
Hate ragihandin ku biryar piştî civîna di navbera Fermandarê Operasyonên Çekdar ên Opozîsyona Sûriyeyê Ehmed El-Şeraa, Serokwezîrê Sûriyeyê Mihemed El-Celalî û Serokê Hikûmeta Rizgarkirinê Mihemed El-Beşîr hatiye dayîn.
Wekî mebest ji vê biryarê jî diyarkirina karûbarên veguhestina desthilatê û pêşîgirtina tevlîhevî û aloziyan di deshilatê de hate nîşandan.
El Beşîr kî ye?
Mihemed El-Beşîr sala 1983yan li Çiyayê El-Zawiye li başûrê parêzgeha Idlibê jidayik bûye û Serokê Hikumeta Rizgarkirinê bû ku bi salan e Idlibê birêve dibe.
Mihemed El-Beşîr di hikûmeta Rizgarkirinê de, bawernameya Şerîet û Hiqûqê ji zanîngeha Idlibê di sala 2021ê de û bawernameya prensîpên plansaziyê û rêxistina îdarî wergirtiye.
Hikûmeta Rizgarkirinê bi piştgiriya Heyet Tehrîr el-Şam di 2yê Mijdara 2017an de, ji 11 wezîran hat pêkanîn, ku wê demê Mihemed El-Şêx serokatiya wê dikir. Hikûmeta Rizgarkirinê aliyên jiyanê li parêzgeha Idlibê, gundewarê bakurê Hemayê ku wê demê di bin kontrola opozisyonê de bû û beşek ji gundewarê rojavayê Helebê di warê xizmetguzarî û rêveberiyê de birêve dibir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin