Serokê HTSê: Kurd besek ji Sûriyê ne, wê zilma li ser wan nemîne

15 December 2024 09:49 0 dîtin
Serokê HTSê: Kurd besek ji Sûriyê ne, wê zilma li ser wan nemîne

PeyamaKurd - Serokê Tehrîr El-Şamê (HTŞ) Ehmed El-Şer'a ango bi navê xwe yê din Ebu Mihemed El-Colanî got, Kurd beşek ji welat in û hevparê paşeroja Sûriyeyê ne.

Ehmed El-Şer'a ji rojnamevanê Sûrî Omer Şêx Îbrahîm re da xuyakirin, “Kurd beşek ji welat in û wek me rastî zilmeke mezin hatine, bi rûxandina rêjîmê re dê zilma li ser wan nemîne. Di Sûriyeya pêşerojê de jî, Kurd beşeke sereke ne tê de, em ê bi hev re bijîn û her kes dê li gorî yasayê mafê xwe bidest bixe.”

El-Şer'a diyar kir, “Ji îro û pê ve dê zilm li Kurdan neyê kirin. Deriyekî nû û dîrokeke nû ji Sûriyeyê re hêvî dikin.”

Li ser rewşa koçberên Efrînê jî Ehmed El-Şer'a got: “Em ê hewl bidin koçberên Efrînê vegerin gund û deverên xwe.”