Berdevkê hikûmeta HTSê Ubeyde Arnaot: Em qebûl parçeyek ji Sûriyê bê veqetandin

18 December 2024 18:30 0 dîtin
Berdevkê hikûmeta HTSê Ubeyde Arnaot: Em qebûl parçeyek ji Sûriyê bê veqetandin

PeyamaKurd - Berdevkê Birêvebiriya Karûbarên Siyasî yê Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ku bi pêşengiya Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) hatiye avakirin Ubeyde Arnaot got, ne pêkan e ku were qebûlkirin beşek ji erdnîgariya Sûriyeyê li derveyî desthilata hikûmeta niha ya Şamê bimîne.

Ubeyde Arnaot di bultena Rudawê de bersiva pirsan da û li ser nîqaşên wekî Sûriyeya federalî ragihand: “Em niha behsa nexşeya tevahiya Sûriyeyê dikin. Em qebûl nakin ku ti parçeyek ji Sûriyeyê, were veqetandin. Herwiha em razî nabin û qebûl jî nakin ku ti parçeyeke axa Sûriyeyê li derveyî desthilata hikûmeta niha ya li Şamê hebe. Ji ber vê yekê dê Sûriyeyeke yekbûyî hebe û dê yek hikûmet hebe ew jî ew hikûmet e ku piştî qonaxeke nêzîk were pêkanîn.”

‘Mafê Kurdan heye, divê li wan bê vegerandin’

Arnaot diyar kir, “Em li her pêkhateyekê ji pêkhateya gelê Sûriyeyê wekî hevbeşê xwe li welatê dinêrin, herwiha hevbeşên me di avakirinê de. Kurd di serdema rejîma Esed de ji piraniya mafê xwe bêpar bûn. Lê em wiha li wan dinêrin ku mafê wan heye û divê li wan bê vegerandin wekî her pêkhateyeke din ji Pêkhateyên gelê Sûriyeyê. Em dixwazin mafê hemwelatîbûnê xûrt bikin. Her mirovek li ser axa Sûriyeyê wekî welatiyekî Sûriyeyî bijî bêyî ferqa nijad, mezheb û etnîkî. Her welatiyekî Sûriyeyî maf û erkê xwe hene wekî her welatiyekî li welatên din lê em behsa qonaxa destkeftan dikin û ev qonax dixwaze ku wezaret hebin ku di navbera xwe de gelek kar, guncandin û hevahengî hebû ji bo ku ti valahiyek di warê karê sazî û xizmetguzariyê de dernekeve, ji ber wê nêrîn ew bû ku wezaretên hikûmeta veguhêz ew wezaret bin ku vê qonaxê bi rê ve bibin.”

Herwiha Ubeyde Arnaot, li ser pêvajoya nivîsandina destûra nû ya Sûriyê got, “Divê piştî pêkanîna komîteya destûrî, em demê bidin, ji bo ku ev komîte cardin li destûrê binere û serastkirinan bike. Ev pirs gelekî hestyare û divê dema xwe bibe û divê em dema pêwîst bidin wan heta ku di navbera xwe de xwendinê ji vê pirsê re bikin heta bi encamekê derkevin ku armanc û daxwazên gelê Sûriyeyê bicih bînin.”