Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê: Askera bû ku rast nabêjin ewên bi rêya kanalan kaxez û dosyayan bilind dikin

11 January 2025 13:30 0 dîtin
Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê: Askera bû ku rast nabêjin ewên bi rêya kanalan kaxez û dosyayan bilind dikin

PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê zanyarî li ser civîna Civata Wezîran aşkera kirin û got: "Serokwezîr daxwaza rastkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê dike."

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ji BasNewsê re ragihand: "Wezîrê Darayî pir bi ronî û bi hûrgilî hemû tiştê di civînê de aşkera kir ku Hikûmeta Federal a Iraqê çiqas pere ji bo me şandiye û mafê me çiqas e. Hemû di raporê de bi hûrgilî aşkera kir, piştre jî Wezîrê Dewlemendiyên Xwezayî jî mijara dosyaya xwe bi hûrgilî aşkera kir, hemû ew wezaretên ku peywendîdar in bi pirsa Bexdayê re, raporên xwe aşkera kirin û em agahdar bûn ji rewşê. Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, tişta hikûmeta federal kiriye li hember Kurdistanê zilm bûye û em dixwazin wan peywendiyan rast bikin."

Derbarê beşdarnebûna hin aliyan a civînê jî Hewramî diyar kir, Serokewezîr di civînê de aşkera kir, ewên ku hest bi berpirsyartiyê kirine li vê derê amade bûne û pêwîst bû ku ewên din jî amade bibûna, ew li Bexdayê li gel hemû aliyan amadebûn civînê bikin, lê li vê derê ku mijar li ser pirsa çarenivîsa mûçeyê xelkê Kurdistanê ye, beşdar nebûn û pêwîst bû ku beşdar bibin ku guhdarî li wan jî bê kirin û çareseriyên xwe aşkera bikin. Li derve diaxivin, bila bên ji bo çareseriyê çi li gel wan heye bibêjin. Ji bo wê jî ew dikevin bin berpirsyariya wijdanî û derket holê ku ew gotin û dosya û kaxezên ku bilind dikin derveyî gotinên bêbingeh ne tu tiştekî din e."

Hewramanî diyar kir: "Serokwezîr dibêje em dixwazin peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê rast bikin, herçend zûtir be ji bo rastkirina wan peywendiyan û tişta dikin û ew tiştê ku pêk hat li hemberî mûçexwarên Kurdistanê nayê qebûl kirin."