Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê: Wê hemû pirsgirêkên hilawistî bi Sûdanî re bên gotûbêjkirin
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî li ser serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya Hewlêrê ragihand ku ew wê serdanê girîng û erênî dibînin û got, di vê serdanê de dê hemû pirsên hilawîstî werin gotûbêjkirin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramanî da xuyakirin, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dê dawiya vê hefteyê serdana Herêma Kurdistanê bike û got: "Ev serdan girêdayî rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê ya piştî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ye.”
Hewramanî diyar kir, Serokwezîrê Iraqê di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û tê çaverêkirin di civînê de hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên gotûbêjkirin.
Herwiha Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Sûdanî bi girîng û erênî bi nav kir û wiha pê de çû: “Têgihîştina baş a ku di dema borî de di navbera her du serokwezîrên Sûdanî û Mesrûr Barzanî de hebû, bûye sedema pêşxistina pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin