Sandeya Hikûmeta Kurdistanê ji bo pirsgirêkên sereke serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku şandeya berpirsyar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên mûçeyên welatiyên Herêma Kurdistanê, biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê yên di derbarê hilbijartinên Parlamena Herêma Kurdistanê û hin pirsgirêkên din diçe Bexdayê.
Jêderên nêzîkî hikûmeta herêmê dane zanîn ku wê şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê vê hefteyê serdana Bexdayê bike. Jêderan ragihandin ku wê şande bi Wezîrê Darayî yê Iraqê Taîf Samî û berpirsên Dadgeha Federalî re civînan pêk bîne.
Jêderan her wiha ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di derbarê şandina mûçeyên welatî û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de, bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û hin payebilindên hikûmeta wî re pêwendiyên dîplomatîk didomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin