Serokayetiya Herêma Kurdistanê pêswazî li serdana sandeya Hikûmeta Amerîkayê kir
PeyamaKurd – Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê, pêşwazî li serdana vê dawiyê ya şandeya Hikûmeta Amerîkayê bi serokatiya Nûnerê Serokê Amerîkayê yê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk û Nûnerê Serokê Amerîkayê yê karûbarên jêrxana cîhanî û ewlehiya enerjiyê Amos Hockstein kir.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de da zanîn: “Em pêdagirî û piştevaniya xwe ji bo pêwendiyeke bihêz û berhemdar ya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê digel Hikûmeta Amerîkayê li ser bingeha rêkeftina Çarçoveya Stratejîk careka din dupat dikin.”
Di daxuyaniyê de destnîşan kir: “Herêma Kurdistanê li pêşberî rewşek nediyar û çendîn pirsgirêkan daye. Îro ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî û hevkariya navbera hemû aliyan da heye, bi taybetî di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku bi hev ra paşeroja vê herêmê di destê wan daye.”
Herwiha Serokayetiya Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Em bang li hemû hêzên siyasî dikin ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û pirsgirêkên xwe bi diyalog û li hevkirinê bi sîngek berfireh çareser bikin. Ya ku me dike yek û li hev dicivîne ji ya ku me ji hev vediqetîne pir mezintir e. Ji bona ku em bikaribin careka din aramî û yekrêziyê vegerînin, ji bona ku em bikaribin berjewendiyên welatiyên Herêma Kurdistanê biparêzin û pêşbixin, divê em hemû bi berpirsiyarî tevbigerin.”
Herî dawî di daxuyaniyê de hat ragihandin: “Em pêşwaziyê li pêşkeftinên berdewam yên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da dikin. Tevî zehmetiyên berê, lê em geşbîn in ku di çarçoveya destûra Iraqê de, em dikarin pirsgirêkên hêlawestî digel Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û kabîneya wî çareser bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin