Iraq: Em ê ji bo parastina sînoran bi Hikûmeta Kurdistanê re hemahengiyê bikin

24 November 2022 11:00 0 dîtin
Iraq: Em ê ji bo parastina sînoran bi Hikûmeta Kurdistanê re hemahengiyê bikin

PeyamaKurd – Encûmena Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, ew ê hemahengiyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bikin ji bo hemahengiya hewlên parastina sînoran û danîna planekê ji bo veguhestina hêzan li ser sînorê Îran û Tirkiyê.

Encûmena Asayişa Nîştimanî ya Iraqê do bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya û bi daxuyaniyekê da zanîn, di civînê de "destdirêjî û destwerdana Tirkiye û Îranê" li ser sînorên Iraqê hat gotûbêjkirin û biryar hat dayîn ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hemahengî were kirin ji bo yekkirina hewlên nîştimanî ji bo parastina sînorên Iraqê.

Herwiha Encûmena Ewlekariya Netewî ya Iraqê biryar da ku planekê ji bo veguhestina hêzên xwe li ser sînorê Îran û Tirkiyê amade bike û biryar hatiye dayîn ku hemû pêwîstiyên piştevaniya lojîstîk ji bo Fermandariya Hêzên Parastina Sînor bên dabînkirin û karmend û pereyên pêwîst bên zêdekirin.

Di berdewamiyê de hat eşkerekirin, ew ê şûnên hinek karmendên Wezareta Navxwe biguherin ji bo xalên kontrolê yên sînorî bihêz bikin.