Hikûmeta Iraqê genimê cotkarên Herêma Kurdistanê kêm werdigire

04 June 2024 16:00 0 dîtin
Hikûmeta Iraqê genimê cotkarên Herêma Kurdistanê kêm werdigire

PeyamaKurd - Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Hikûmeta Federalî ya Iraqê, genimê cotkarên Herêma Kurdistanê pir kêm werdigire.

Wekîlê Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Silêman da zanîn ku piştî hewl û tekoşîneke zêde ya cotkarên Herêma Kurdistan, Hikûmeta Iraqê tenê 700 hezar ton genimê cotkarên Herêma Kurdistanê wergirtiye.

Kerîm Silêman ragihand ku rêjeya genimê ku Hikûmeta Iraqê ji Herêma Kurdistanê werdigire, li gel hemî serdan û civîn û çûna şandeyên Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Bexdayê jî, tenê wek 700 hezar ton genim hatiye destnîşankirin û ev jî têr nake.

Kerîm Silêman eşkere kir û got: “Hikûmeta Iraqê par, 500 hezar ton genimê cotkarên Herêma Kurdistanê wergirtibû û îsal jî 700 hezar ton werdigire. Yanî tenê 200 hezar ton zêde kirine û ev têr nake. Piştî hemû ew xebat û tekoşîna cotkaran ev rêje, ziyaneke zêde dide wan.