Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser lihevkirina projeyasaya petrol û gazê dicivin
PeyamaKurd – Şanda teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser lihevkirina projeyasaya petrol û gazê dicivin.
Li gor zanyariyan, şanda teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrola Iraqê wê îro bi amadebûna hejmarek ji serkirdeyên siyasî û şêwirmendên yasayî li Bexdayê bicivin û li ser proje yasaya neft û gazê gotûbêj bikin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî do 1ê Tebaxê di konferanseke rojnamevaniyê de da zanîn: Di dema borî de gelek gotûbêj li ser asta her du wezaretên petrola federal û samanên siruştî yên Herêma Kurdistanê hatine kirin û danûstandin gihiştine qonaxekê ku pêwîstî bi amadebûna kesayetiyên siyasî û yasayî heye.
Herwiha destnîşan kir, nêrînên cuda li ser vê pirsê hene û pêwîstiya wan bi biryareke siyasî heye ji bo amadekirina projeyasayê û pêşkêşkirina wê bo Encûmena Wezîran di zûtirîn demê de. Piştre ew ê gavan ji bo derxistina vê yasaya girîng bavêjin ku karûbarên samanên girêdayî petrolê û gazê birê dixe.
Şanda teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 31.07.2023ê serdana Bexdayê kir û derbarê yasaya petrol û gazê de gotûbêj kirin, îro jî civîna wan ligel berpirs û aliyên peywendîdar ên taybet bi vê pirsê berdewam dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin