Hikûmeta Herêma Kurdistanê budçeya Iraqê tîne dadweriyê

15 July 2023 15:07 0 dîtin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê budçeya Iraqê tîne dadweriyê

PeyamaKurd Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê çend xalên budçeya Iraqê de serî li dadweriyê da. Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Xelîl Xazî ji K24ê re da zanîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê madeyên 2, 11, 12 û 13 ya bûdçeya Iraqê de doz vekiriye.

Xelîl Xazî da zanîn, ew madeyên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî dadgehê kiriye, girêdayî mafên darayî yên gelê Herêma Kurdistanê ne û li dijî Destûra Iraqê ne.

Xazî eşkere kir, hikûmeta Herêma Kurdistanê di 12ê Tîrmehê de serî li Dadgeha Federal daye.

Derbarê pesendkirina budçeyê de jî Xazî got, “Dema rêziknameya budceyê were cîbicîkirin, Herêma Kurdistanê mafên xwe yên darayî bikar tîne heta ku Dadgeha Federalî biryarê li ser daxwaznameyê bide. Ger madeyek an xalek nerast bê dîtin, an ji qanûnê tê derxistin an jî tê rastkirin. Vekirina doz li dijî budçeyê rê li ber veguhestina mûçe û mafên darayî bo Herêma Kurdistanê nake."