MSB: Me ji Iraqê re got em amade ne pistevaniya parastina sînoran bikin

25 April 2024 17:41 0 dîtin
MSB: Me ji Iraqê re got em amade ne pistevaniya parastina sînoran bikin

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) derbarê serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Iraqê û hevdîtinên li ser têkoşîna dijî terorê û ewlekariya sînoran de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku mebesta wan mayîndekirina ewlekarî, parastina hevbeş a sînoran û hevkariya dijî terorê ye.

Hate diyarkirin ku gotûbêj li ser avêtina gavên ji bo têkoşîna dijî PKK, FETO û DAIŞê hatine kirin û di wan waran de jî rêkeftiname hatine îmzekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, her di wê çarçoveyê de jî danûstandinên ji bo damezrandina Navenda Kordînasyona Hevpar a Ewlekariyê bi Iraqê re berdewam dikin.

MSB da xuyakirin, ew amade ne di sîstemên parastina sînoran de piştevaniyê bide Iraqê û wan jî li ser vê mijarê sîstemên me yên parastina sînoran lêkolîn kirine.