Milîsên Iraqê: Parastina Mezargeha Seyîde Zeyneb a li Sûriyê ji bo me xeta sor e

08 December 2024 16:01 0 dîtin
Milîsên Iraqê: Parastina Mezargeha Seyîde Zeyneb a li Sûriyê ji bo me xeta sor e

PeyamaKurd – Milîsên şîeyên iraqî yên bi navê Eniya Berxwedanê li ser pêşveçûna opozîsyonê û ketina wan a Şamê bal kişandin ser cihê pîroz ê bo şîeyan navçeya Seyîde Zeyneb û ragihandin ku ew dever ji bo wan xeta sor e.

Jêderekî milîsan ji Bexdayê ragihandiye: “Heta niha me bi kiryar di bûyerên van çend rojên Sûriyê de beşdarî nekirine, lê şer bikeve navçeya Seyîde Zeyneb û peresgeha wê, ew di milê me de xeta sor e û bi hemû awayekî em ê berevaniyê lê bikin.”

Li gorî nûçeya malpera Bexdad Elyum wî jêderî gotiye: “Hebûna grûpên berxwedana Iraqî, sînordar e û li hinek cihên diyarkirî hene, bi taybetî li gundewarên Şamê li derdora mezargeha-goristana Seyîde Zeyneb, lê divê herkes bizanin ku ew cih li gel me xeta sor e û eger her grûpek nêzîkî wî bibe û bixwaze ziyanê bide, bi hemû hêza xwe em ê wê biparêzin.”

Seyîde Zeyneb kî ye?

Seyîde Zeyneb, keça Îmam Elî kurê Ebu Talib xelîfeyê çarem ê Misilmanan û neviyê pêxemberê Îslamê ye.

Cihê tirba wê heft kîlometran li rojhilatê paytexta Sûriyê Şamê ye, mizgeft bûye perestgeheke mezin bi mîmarîyeke gelek balkêş û ji bo misilmanan bi giştî û şîeyan bi taybetî, cihekî pîroz û rêzdar e û serlêdanên wê kêm nabe. Herwiha yek ji girîngtirîn seyrangehên geştiyariyê yên olî li Sûriyê ye.